Berdevkê QSD’ê: Em ji bo gelên xwe xetên sor nasnakin (Kurds take Euphrates)

Embedded image permalink

Kurd-led coalition forces on west bank of Euphrates

KOBANÊ – Berdevkê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Şervan Derwêş, diyar kir ku wan bidestxistina Bendava Teşrînê û derbasbûna wî aliyê Çemê Feratê serkeftinek mezin e û destnîşan kir ku ew li ser soza xwe ya li ku derê çeteyên DAIŞ’ê hebin ew dê wan têk bibin, ji bo vê jî ne xetên sor, ne sînor û ne jî kesî nasnakin.

QSD ku di 23’ê kanunê de dest bi operasyona “Rizgarkirina gundewarên başurê Kobanê ya ji çeteyan” kiribû, di roja 4’emîn de 25 kîlometre pêşdeçûn, di navbera 50-60 gund û bi dehan mezrayan rizgar kirin. Ev çar rojin ku çeteyên DAIŞ’ê her tim hêzên xwe li hember pêşketina hêzên QSD’ê bi neçarî paşde dikşandin, hemû hêzên xwe li ser Bendava Teşrînê zêde kir. Piştî hêzên QSD’ê di serê sibehê de kîlometreyek nêzî bendavê bû, pêvçûnek dijwar qewimî.

Di pêvçûnan de, çeteyên DAIŞ’ê wek e her car welatiyên sivîl hedef girtin û bi guleyên hewanan êrîş kirin. Hêzên QSD’ê jî ku bi pêşveçûnê re biryardarbûn, di encama pêvçûnên bi seatan dom kir de derbasî wî alê bendavê an go wî alê Çemê Feradê bûn.

Ji ber êrîşan gundiyên ku çeteyan xwe di gundên wan de vedişartin, ji hêla hêzên QSD’ê ve wan gihiştandin heremên bi ewleh.

Berdevkê QSD’ê Şervan Derwêş, derbarê serkeftina operasyonê de agahî da û diyar kir ku di encama operasyona 4 rojan dom kir de wek e hêzên QSD’ê bi awayek fermî Bendava Teşrînê bidestxistin û derbasî wî alê Çemê Feradê bûn. Derwêş, destnîşan kir ku ji ber vî serkeftinê di çeteyên DAIŞ’ê de şikandinek çêbû lewra xeta wan a di navbêra du navendên wan Raqqa û Cerablûsê qût bû. Derwêş ev tişt gotin: “Li gor agahiyên niha me girt, piştî vî serkeftinî çeteyan ev car êrîşê ser sivîlan kirin û hemwelatiyek di nava Minbîcê de li ber çavên her kesî înfaz kiriye. Niha kerba xwe di serê sivîlan de derdixin. Çewa di Kobanê de şikestin li Raqqayê êrîşê gel dikirin niha piştî Teşrînê jî li Minbicê heman tiştî dikin.”

‘Ev serkeftin serkeftina gel e’

Derwêş, destnîşan kir ku di vê hemleyî de QSD 25 kîlometre pêşveçûn û ev yek jî di hêla eskerî de serkeftinek pir mezin e û got “Ev serkeftin li gelê me  pîroz be. Ev serkeftin serkeftina gelê me ye.”

‘Dê hemle berdewam bike’

Derwêş, bibîrxist ku weke QSD’ê piştî hemleya Holê ev ya duyemîn e û anî ziman ku dê operasyonên wan berdewam bikin. Derwêş, balkişand ku wan sozek daye gelê xwe û wiha got: “Dema me avakirina xwe îlan kir me soza heta çeteyên DAIŞ’ê li ser van xakan paqij nebe ew dê li pey wan bin û herêmê ji wan paqij bikin. Em li pişt vî soza xwe ne, li ku derê dibe bila bibe ji bo em gelê xwe yê ji bin zilma çeteyan derxin, em dê herin wir. Ji ber vê yekê em ne xetên sor, ne sînor û kesan nasnakin.”

Derwêş, diyar kir ku heta niha 40 kuştiyên çeteyan, di nav de çekên giran jî heyî gelek cebilxane ketine destê QSD’ê.

Advertisements
This entry was posted in Resistance, War and tagged , , , . Bookmark the permalink.

One Response to Berdevkê QSD’ê: Em ji bo gelên xwe xetên sor nasnakin (Kurds take Euphrates)

  1. Pingback: Berdevkê QSD’ê: Em ji bo gelên xwe xetên sor nasnakin (Kurds take Euphrates) | State of Globe

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s